Galeriya wêneyan

12-01-2023
18 Photos
Bilind T. Abdullah

Xwendekarên dibistanekê li bajarê Hewlêrê bo sala duyemîn kampînek ji bo komkirina xwarin û pêdiviyên nêzîkî 600 kûçikên li stargehan li dar xistin.

Kampîn ji hêla rêxistineke Brîtanî ve tê rêvebirin, ku pirtûkokan li xwendekaran belav dike ku hişyariyê li ser parastina jîngehê û çawaniya dermankirina rast a heywanan bilind dike.

Rêveberê dibistana taybet a King li Hewlêrê, Beşdar Xalid ji Rûdawê re got, “nêzîkî 500 xwendekar bi hevkariya hejmarek rêxistinên sivîl di kampînê de beşdar bûne.”

Beşdar Xalid dibêje, “Em dixwazin peyamê bidin ku divê kûçikên li kolanan bên peydakirin û cihekî bi ewle ji wan re peyda bikin.”

Li Iraq û Herêma Kurdistanê kûçikên bêxwedî gelek caran weke metirsîdar û pirsgirêkeke tenduristiya giştî tên dîtin. Ew bi gelemperî têne avêtin, rastî lêdanan dibin û bi daran û bi otomobîlan têne kuştin.

Çend sal berê, polîsekî Hewlêrê bi serbilindî li xwe mikur hat ku derdora 3000 kûçikên bêxwedî kuştiye, 40 ji wan di şevekê de gulebaran kirine.