Li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê sir û seqem: Her derê qeşa girtiye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom, Qers, Erdexan, Agirî û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û sermaya zêde çem û kanî, sotemeniya otomobîlan qeşa girtiye û jiyana rojana ya welatiyan zehmet bûye.

Li gor agahiyan, li Erzeromê piştî barîna berfa çend rojên borî sir û seqemeke zêde destpê kiriye. Pileyên germê li wê parêzgehê 14 pile daketine jêr sifrê, rê, kanî û çeşmeyên nav bajêr û camên otomobîlan qeşa girtine.

Li parêzgeha Qersê jî ev du roj in bê navber berf dibare. Bajar bi berfê spî bûye û welatî ber malên xwe û cihên kar ji berfê paqij dikin.

Navçeya Qamûşanê ji hemû navçeyên din ên wê parêzgehê sartir bûye û şevê din pileyên germê daketin 16 pile jêr sifrê, rê û çeman qeşa girtine.

Li Erdexanê jî bi heman awayî sermayê jiyana welatiyan zehmet kiriye, camên malan û otomobîlan qeşa girtine û sir û seqemeke zêde heye.

Li parêzgeha Agiriyê jî bi heman şêweyî ji ber sermaya zêde her cihî qeşa girtiye.

Li Dêrsimê ji ber barîna berfa zêde û sermayê hemû rêyên nav bajêr qeşa girtine. Welatî li kêleka rêyan zad dirjînin daku çûk û teyrik di vê berfa zêde de birçî nemînin.