Ciwanên Şoreşger keçeke 15 salî bo leşkeriyê birine

12-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Elîf Osman dibêje, Ciwanên Şoreşger keça wan a 15 salî ji herêma Şehba li Til Rifet birine leşkeriyê û daxwaza vegerandina keça xwe dikin.

Elîf Osman a 15 salî ji gundê Helîl ê Efrînê ye û li Til Rifet ligel malbata xwe dima.

Malbata wê ji Rûdawê re got keça wan roja 7 vê mehê dema diçû dibistanê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û ji berpirsên Rojavayê Kurdistanê xwestin ku keça wan vegerînin ji bo ku biçe dibistana xwe berdewam bike.

Birayê wê jî, Diyar Osman bi rêya Rûdawê bang li Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî dike ku destwerdan bike û xuşka wî vegerîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst