Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezoyê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di êrîşa çekdarî ya li dijî mînîbusekê hat kirin de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên ku Rûdawê bidestxistine îro 12ê Çileya 2023an li gundê Xirbikê ser bi navçeya Hezo ya parêzgeha Êlihê bi çeka lûledirêj gule li mînîbusekê hatin reşandin.
Li ser agahdarkirinê va leşker û ambûlans bo cihê bûyerê hatin şandin.
Ji kesên di minûbûsê de Hifzullah Guler û Abdurrahman Guler li ciyê bûyerê can dan û Omer Guler, Necmettîn Guler û Îsmet Guler û Mehmet Ozcan jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê hatin veguhestin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî tîmên cendermeyan li gundê Xirbikê tedbîrên ewlekariyê wergirtine û rewşa aloz berdewam e.
Di navbera malbatên Guler û Durmaz da neyartî heye û di meha Hezîrana sala 2022an da şerê çekdarî derketibû û 3 kes hatibûn kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse