Nadine Maenza: Amerîka ligel Rêveberiya Xweser danûstandinê dike

12-01-2022
Hisên Omer
Şandeke Amerîkî serdana Rojavayê Kurdistanê kir
Şandeke Amerîkî serdana Rojavayê Kurdistanê kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komsyona Amerîkî ya Azadiyên Olan a Navdewletî Nadine Maenza ragihand ku niha hikûmeta Amerîka bi şêweyekî normal ligel Rêveberiya Xweser danûstandinê dike. Maenza daxwaz ji Amerîka kir ku itîrafê bi Rêveberiya Xweser bike, û weke hikûmeteke siyasî ya xwecihî bibîne.

Şandeke Amerîkî bi serokatiya Nadine Maenza, Seroka Komsyona Amerîkî ya Azadiyên Olan a Navdewletî, Serdana Rojavayê Kurdistanê kir. Li bajarê Qamişlo, Nadine Maenza , li baregeha Ofîsa Pêwendsiyên Derve ya Rêveberiya Xweser hat pêşwazîkirin.

Herdu aliyan rewşa navçeyê û bi taybet rewşa azadiyên olî û pêkvejiyanê gotûbêj kirin.

Di konfranseke hevbeş a çapemeniyê de, Nadin Maenza kêfxweşiya xwe bi pêşketina helwesta Amerîka derbarê Rêveberiya Xweser de nîşan da.

Seroka Komsyona Amerîkî ya Azadiyên Olan a Navdewletî Nadine Maenza got: “Yekem ew e ku pabendbûn li gel Rêveberiya Xweser bê berfirehkirin û xweşbextane, em vê yekê dibînin; niha ew pabend e û kar li gel hikûmetê dike, û em bi vê yekê kêfxweş in. Herwiha wesiyeta me bo hikûmeta Amerîkayê ew e ku rewatiyê bide Rêveberiya Xweser wek hikûmeteke siyasî xwecihî. Dema yekem car hatim vê deverê, Amerîka li gel Rêveberiya Xweser nediaxivî, û tenê li gel HSD diaxivî. Wate, ev yek hatiye guherîn, û ewa ku em dibînin hikûmeta Amerîka bi şêweyekî normal ligel hikûmeta vir reftar dike, wek çawa ligel hikûmetên din li cîhanê reftar dike. Ev nûçeyeke pir xweş e, lê rast e, pêwîst e em bibînin ku Amerîka piştevaniyeke w bêhtir dike û bêguman em hêvî dikin ku ew dê di pêwendiyên xwe de berdewam bin."

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer diyar kir ku wan rewşa herêmê û bi taybet kirîza aborî ligel şanda mêvan gotûbêj kir.

Heserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve Ebdulkerîm Omar got: “Em spasiya Maenza û komîteya wî dikin ku ji bo rola wê ya li Amerîka û derve ya bo piştgiriya wê ya ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Em rewşa pêkhateyên herêmê û herwiha mijara deriyên Til Koçer û Sêmalka gotûbêj kir.”

Ev çaremîn sedana Nadin Maenza bo Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê serdanê de, ji bilî hevdîtinên fermî, serdana gundê Qeremaxê Kobanî kiribû ku, roja 8ê vê mehê, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibû topbarankirin û di encama topbaranê de kesekî canê xwe ji dest da,12 kesên din jî birîndar bûn û zarokê bi navê Ebdo yê 4 salî lingê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst