Li Stenbol û Kirklarelî ba û bahozê banê gelek xaniyan firand

12-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Stenbol û Kirklarelî yên Tirkiyê ba û bahozê banê hejmarek xaniyan firand û di encam de zerar gihişt çendîn otomobîl û kargehên welatiyan.

Bandora keş û hewayê li ser bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanên berdewam e. Li gor zanyariyan di demjimêrên şeva Sêşembê 11ê Çileya 2022ê de li çendîn navçeyên bajarên Stenbol û Kirklarelî yên Tirkiyê ba û bahozeke bihêz bi ser navçeyê de hatiye û bûye sedema zerareke zêde ya maddî.

Li gor agahiyan li bajarê Kirklarelî piştî bahozê banê 10 xaniyan firiyane û bi ser beşek otomobîl û kargehên welatiyan de ketine û zerarên maddî gihandine wan.

Herwiha beşek ji darên li park û caddeyan û stûnên elektrîkê jî xwe li ber hêza bayê negirtin û qulibîn. Şaredarê  Kirklareliyê Mehmet Siyam amaje bi wê yekê da ku di encama bayê bihêz de ziyanên canî nebûne û tenê zerarên maddî çêbûne.

Siyam dibêje: “Em li benda karesatê bûn, lê me hizir nedikir ku dê di vê astê de be. Em rûbirûyê kareseteke xwezayî ya wiha ne ku heta niha nehatiye dîtin.”

Herwiha li navçeya Bagcilar a Stenbolê jî piştî bahozê banê xaniyekî 6 qat firiya û bi ser hejmarek otomobîlên welatiyan de ket.

Ev di demekê de ye parêzgariya Kirklarelî ragihand û ji ber şert û mercên ne guncav ên keş û hewayê 12ê Çile li wê parêzgehê bo dema rojekê navber bo perwerdê hatiye dayîn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst