PCK: Bila malbatên Kurd dersa Kurdî hilbijêrin

Hewlêr (Rûdaw) – Platforma Ciwanên Kurd (PCK) bang li malbatên Kurd dike ku ew dersen Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Proseya dersen bijarte li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji roja 3yê Çileya 2022yan ve despê kir.  Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistana navîn yên polên 5-6-7 û 8an ji 3 ta 21ê Çile dikarin serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî weke dersen bijarte hilbijêrin.

Rêxistinên taybet bi warê perwerde û ziman, civaka sivîl, partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, çalakvan û akademisyenan kampanya piştgirîkirina xwendina bi zimanê Kurdî dan destpêkirin.

Platforma Ciwanên Kurd jî bi daxuyaniyeke nivîskî piştiriya xwe ji bo piştgirîkirina xwendina bi zimanê Kurdî nîşan da û dibêje: “Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Pêwiste malbatên serî li saziyên pêwendidar bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.”

Platfoma bal kişand li ser zext û astengiyên li hemberî zimanê Kurdî û dibêje: “Em dizanin ku zext û asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bi serîlêdana bi dersa bijarte bi dawî nabe. Ya rast ew e ku zarokên Kurd li dibistanan bi zimanê xwe yî zikmakî perwerde bibînin. Lêbelê, di statûko da şikestinek herî biçûk jî divê em girîng bibînin. Ev pêngava biçûk bi tekoşînek netewî dikare bibe deskeftinek mezintir.”

Platforma Ciwanên Kurd herwiha tekezî li ser girîngiya perwerdeya zimanê Kurdî dike û dibêje: “Heta ku me ji dewleta Tirk mafê xwe yê  perwerdeya bi zimanê zikmakî û zimanê Kurdî bi fermî bidin qebulkirinê divê em serî li dersa bijarte ya Kurdî bidin. Bi vê awayî him zarokên Kurd ji zimanê xwe dûr nakevin him jî mamosteyên ku dersên Kurdî didin di tayînkirina wan de em dibin alîkar.

Weke Platforma Ciwanên Kurd banga me li malbatên Kurd ev e; bo zarokên xwe daxwazîya dersa bijarte ya Kurdî bikin. Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê da hestiyartir bin.”