Çaremîn rûniştina doza Tahir Elçî li Amedê destpê kiriye

12-01-2022
RÛDAW
Tahîr Elçî
Tahîr Elçî
Nîşan Tahir Elçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çaremîn rûniştina doza Tahir Elçî ku 4 jê 3 jê polîs tên darizandin li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

Îro 12ê Çileya 2022an çaremîn rûniştina Doza Tahir Elçî li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kiriye.

Parêzer û hevjîna Tahir Elçî, Tûrkan Elçî, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sagkan, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, baroyên herêmê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li bajêr beşdarî rûniştinê bûn.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak ragihand, Serokê Baroya Borsayê jî di rûniştina îro ya dadgehê de amade bûye. Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û Serokê Baroya Borsayê gotin ku ew dê li dadgehê weke mudaxil beşdar bin û dê parastina doza Tahir Elçî û malbata wî bikin daku kujerên wî bên cezakirin.

Têkildarî kuştina Tahir Elçî, 3 polîs tên darizandin lê di civîna îro ya dadgehê de amade nebûne û dê bi rêya sîstema videokonferansê tevli dadgehê bibin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî daxwaz kir ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ku bûyera kuştina Tahir Elçî weke "kuştina siyasî" bi nav kir, li dadgehê weke şahid amade be û dadgeh guhdariya gotinên wî bike.

Weqfa Mafên Mirov a Tahir Elçî û Baroya Amedê duh daxuyaniyek hevbeş dan û ragihandin “Divê kuştina Tahir Elçi bêceza nemîne” û banga hevkariyê kirin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê, rastî êrişeke çekdarî hatibû, gule li serê wî ketibû û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst