Li Serêkaniyê çekdaran firoşgeheke cilûbergan kirine cihê firotina çekan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên ser bi Tirkiyê ve, dikaneke cilûbergan ku xwediyê wê di êrîşa Serê Kaniyê de ew bicîh hiştibû û koçber bûbû, çekdaran ew dikan kirine cihê firotina sîlehan.

Yûsif Şêx Hemo yê 23 salî ku ji Serê Kaniyê koçber bû ye û niha li Hewlêrê dimîne, ji Rûdawê re got, wan hemû tiştê xwe di dikanê de hîştin û koçber bûn, piştre dîtin ku çekdaran dikana wî talan kirine.

Yûsif Şêx Hemo da zanîn ku niha  çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li ser refikên dikanî wî  sîleh û teqemeniyan difroşin.

Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, di encama êrişa Cotmeha sala derbasbûyî de ketibû destê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve.

Çekdarên oposizyona Sûriyê piştî ku dest danîn ser herdu herêman, dest bi talankirina mal û mulkê Kurdan kirin.Kurd li wê navçeyê nemane, her tişt li pey xwe hiştine, û di nav kampan de koçber in, û hejmarek ji wan koçberî Başûrê Kurdistanê jî bûne.