Parlamentoya Kurdistanê xwendina duyem bo proje-yasaya çaksazî dike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Kurdistanê îro dicive û xwendina duyem bo proje-yasaya çaksaziyê, yek ji birgeyên karê civînê ye.

Parlamentoya Kurdistanê xwendina duyem bo projeya çaksaziya di mûçe, xanenişînî, dermale û îmtîyazatên din dike, hevawayê Gera Çarem a Parlamentoyê nerazîbûneke zêde dijî proje-yasayê çêbûye, bi taybetî ew maddeya ku behsa xanenişîniya pileyên bilind dike. Endamên Lijneya Darayî yên sê fraksyonên parlamentoyê ligel îmzekirina projeyê, lê têbîniya wan li ser heye.

Cîgirê Serokê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê, Hêvîdar Ehmed ji Rûdawê re ragihand li gorî proje-yasayê, mûçeyê herî kêm 300 hezar dînar dibe, herwiha her fermanberek ku xizmeta 15 salî hebe û piştî 45 saliyê, li ser xwesteka xwe dikare xwe xanenişîn bike, di temenê 63 salî de jî hikûmet fermanberan xanenişîn dike.

Serokê Lijneya Darayî û Aborî ya Parlamentoya Kurdistanê Yad Cebar Mihemed amaje bi wê yekê dide ku ew pereyên bi proje-yasaya çaksaziyê li hikûmetê tên vegerandin ew mûçeyê xanenişîniyê pê tê zêdekirin ku kêm in.

Hevdem hejmarek rojnamevan û çalakvanan kempîneke nerazîtiyê dijî xanenişîniya pileyên taybet destpêkirin, daxwaz dikin ku xanenişîniya pileyên taybe, parlamenter, wezîr, rêveberên giştî, dadwer û rawêjkaran were hilweşandin, eger bi wî awayî bê pesendkirin, daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê dikin ku yasayê red bike, berevajiya wê gefa xwepêşandan û nerazîbûnê dixun.

Ew rojnamevan û çalakvan dibêjin, divabû ew yasa di asta qonax û daxwazên xelkê de bûye û sedan hezar derçûyên nehatine damezrandin li ber çav bihatana girtin û çareseriya damezrandin an derfeta kar bo wan têde bûya, neku mûçeyê 3 milyon û 250 hezar dînar bo xelkekî ku tenê çar sal parlamenter an wezîr, rêveberê giştî û rawêjkar bûn.

Proje-yasaya di mûçe, xanenişînî, dermale û îmtîyazatên din de, di gera berê ya parlamentoyê de hat pesendkirin, lê ji ber nerazîbûna xelkê ji mûçe, xanenişîniya pileyên taybet û mûçeyê kêm ê xanenişîniya fermanberan proje li hikûmetê hat vegerandin.