Du endamên Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Du endamên Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi navên Şahin Saglam û Ridvan Ezer ku ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne hatin desteserkirin.

Şevê din polîsên Tirkiyê bi ser malên endamên Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şahin Saglam û Ridvan Ezer de girtin.

Piştî pişkinîna nav malên wan, Şahin Saglam û Ridvan Ezer ligel hevjîna wî hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, hevjîna Ezer piştî birine asayîşê bi demeke kurt hatiye berdan. Lê heta niha nayê zanîn ka herdu endamên encûmenê yên HDPyî li ser çi hatine desteserkirin û tê gotin ku li Rêveberiya Asayîşa Bajêr tên ragirtin.