Li Colemêrgê 5 herêm heta 15 rojan hatin qedexekirin

12-01-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Colemêrg Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Walîtiya Colemêrgê 5 herêmên ser bi navenda bajêr û bajarokan wê heta 15 rojan wek herêmên ewlekariya taybet ragihandin û ketin û derketina wan deveran hat qedexekirin.

Li gelek bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê bi hinceta ewlekariyê qedexe bidawî nabin.

Li navenda Colemêrgê û bajarokên wê 5 herêm bi biryara Walîtiyê heta 15 rojan bi hinceta ewlekariyê ji çûn û hatinê re hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, 5 herêmên nav sînorên navenda bajêr û hersê bajarokên wê Çelê, Şemzînan û Geverê ji 12 heta 26ê Çileya 2020an wek “Herêma Ewlekariya Taybet” hatin ragihandin û çûna welatiyan bê destûr bo wan devaran hatiye qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst