Tevgera Azadî: Êrişên li dijî me beşek ji bazara siyasî ne

Silêmanî (Rûdaw) – Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed derbarê girtina endamên li Silêmaniyê de got ku “êrişên li ser wan beşek ji bazara siyasî ye.” Herwiha Tevgera Azadî da xuyakirin eger endamên wan nehên azadkirina wê helwêsteke tûnd nîşan bidin.

 

Piştî ku duh Înê (11.01.2019) hejmarek ji endamên Tevgera Azadiyê li Silêmaniyê hatin desteserkirin îro civîneke rojnamevanî li dar xistin û têde ragihandin ku ji vekirina balafirxaneya Silêmaniyê û lihevkirinên veşartî re , rê li çalakiyên wan tên girtin. 

 

Tevgera Azadî da xuyakirin ku li ser asteke berfireh rê li ber karê wan tê girtin lê eger ew rewş berdewam be û hevalên wan neyên azadkirina wê helwêsteke tûndtir nîşan bidin. 

 

Di daxuyaniya rojnamevanî de Endama Desteya Rêveber Bêrîvan Mihemed got: “Êrîşek berfireh li ser azadî û têkoşîna netewî yaa li Herêma Kurdistanê heye. Ev êrîş ne tenê li ser aliyekê ne, li ser hemû gelê Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Em weke Tevgera Azadî hemû êrîşên hatîn kirin û tên kirin bi tundî şermezar dikin. Eger hevalên me neyên azad kirin dê helwesta me jî tund be.”

 

Bêrîvan Mihemed amje bi wê yekê kir ku Êrişên li dijî me beşek ji beşek ji bazara siyasî ye û got ku ji vekirina balafirxaneya Silêmaniyê û lihevkirinên veşartî re, rê li çalakiyên wan tên girtin. 

 

Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên jî li ser heman mijarê axivî û got: “Ev zext li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin, li gorî tê dîtin dê ev zext berdewam bikin. Em dê li gorî yasayan li dijî van desteserkirinan derbikevin.

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Azadî Tara Hisên got: “Asayîşê bi darê zorê xwest em, îmze li ser hevpyemanên wan bidin. Li gorî wan pêwîst e em carek din beşdarî ti çalakiyan nebin. Me ew belge îmze nekir û me ji wan re got ku em vê yekê napejirênin. Ji ber ku ti endamek yê me karê li dijî yasayê nekiriye.”

 

Duh endamên Tevgera Azadî ku xwestin qurbaniyên  Parîsê li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê bi bîr bînin, rastî midexele û astengiya asayîşa Silêmaniyê hatin û nêzîkî 50 çalakvanên hatin desteserkriin.