HUDA-PAR li ser hilbijartinên şaredariyan biryara xwe da

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ragihand ku ew beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nabin.

 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA-PARê û Serokê Karûbarên Hilbijartinan Mahmut Şahin li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand ku Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) biryar daye ku di 31ê Adara 2019an de beşdarî hilbijartinên herêmî nebe û diyar kir ku "ev biryar nayê wateya boykotê".

 

Mahmut Şahin da zanîn ku Encûmena Giştî ya Rêveberiya HUDA-PARê, bû demeke dirêj bi rêxistinên xwe dişêwire û di encama wan şêwran de "ji bo xebatên xwe yên heyî pêş bixin, bi siyaseteke bibandor berdewam bibin û bi wê armancê ku bi awayekî bihêztir beşdarî hilbijartinên dahatû bibin, ji bo ku bala xwe bidin rêxistin, kadro û qadên perwerdeyê, HUDA-PAR biryar daye ku di 31ê Adara 2019an de beşdarî hilbijartinên herêmî nebe".

 

Herwiha Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA-PARê û Serokê Karûbarên Hilbijartinan Mahmut Şahin bal kişande ser wê yekê ku ev biryara wan ne biryara boykotê ye.