Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê ji nûnerên welatên cîhanî re behsa rewşa herêmê û mijara serxwebûna Kurdistanê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro Pencşemê 12 Çileya 2017ê li navçeya Pirmamê li Ofîsa Serokatiyê pêşwaziya çend konsul û nûnerên welatên cîhanî bike.
Li gor zaniyarên Rûdawê di civîna Mesûd Barzanî û konsul û çend nûnerên welatên cîhanî de digel şerê li dijî DAIŞê û pirsgirêkên koçberan, dê mijara serxwebûna Kurdistanê jî bê nirxandin.
Herêma Kurdistanê tevî kirîza darayî 1.8 milyon koçber vedihewîne.
Li Herêma Kurdistanê 19 serkonsulxane, 6 konsulxaneyên fexrî û bi giştî 35 nûneritî yên welatên cîhanî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse