Kobanî (Rûdaw) - Pitşî sê salan ji qutkirina elekitrîka Bendava Tişrînê li ser Kobanî, niha û piştî kontrolkirina wê bendavê ji aliyê Hêzên Sûriyaya Demokratîk ve, dê Bendava Tişrîn dîsa elekitrîkê bide bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê.
Tevî qutkirina têlên elektirîkê ji wê bendavê heta Kobanî, lê rêveberên karebaya wî bajêrî dibêjin di nava du mehên bê de dê elektirîk vegere bo Kobanî.
Piştî ku rêxistina DAIŞê li gundewarên bajarê Helebê mezin bû û desthilata xwe berfireh kir dest danî ser bendava Tişrînê û piştre Kehreba li ser bajarê Kobanî qut kir.
Lê bi kontrolkirina bendava Tişrînê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve, dê piştî sê salan ji nû ve Kehreba ji bendava Tişrînê ve bo Kantona Kobanî bê şandin.
Di dema desthilatdariya DAIŞê de û ji ber şer xeta voltaj bilind a ku bajarê Kobanî bi bendava Tişrînê re girêdide wêran bûye, lê rêveberên Kehrebayê dibêjin dê Kehreba heya du mehên din bigihîje bajarê Kobanî.
Ji dema dorpêçkirina rêxistina DAIŞê li ser bajarê Kobanî û destdayîna li ser bendava Tişrînê ji Sibata sala 2013an de, kehreba li ser bajarê Kobanî ji Aliyê rêxistina DAIŞê ve hatiye qutkirin,û ji wê demê de hîn kehreba ya bendava Tişrînê nehatiye bajarê Kobanî.
Lê piştî kontirolkirina bendava Tişrînê ji aliyê HSDê ve, Kehrebe dê ji nû ve bigihîje herêma Kobanî. Tevî derketina hin pirsgirêkên tîknîkî berpirsên Rêveberiya Kehreba ya Kobanî dibêjin, ew pirsgirêk dê werin careserkirin û dê di demeke nêzîk de kehreba ya bendava Tişrînê bigihîje Herêma Kobanî.
Li gor agahiyan, ji 65 km xeta kehrebayê ya ji bendava Tişrînê heya Kobanî, 35 km hatiye çêkirin û xebitîn di 30 km din de jî berdewam e.
Rêveberê kehreba ya Kantona Kobanî Fehed Nebo jî derbarê wê yekê de dibêje: Piştî kontrolkirina bendava Tişrînê, me 5 kom amade kirine. Komek li bendavê kar dike, yek li îstgeha kehrebayê û yên din jî li ser xeta veguhastina kehrebayê bo gundên derdora Kobanî û navenda bajarê Kobanî kar dikin.
Eehed Nebo herwiha got: Hin pirskirêk di proseya amadekirina şandina xeta kehrebayê ji Tişrînê bo Kobanî derketin, lê me ew pirsgirêk çareser kirin. Bi berdewamiya kar û xebitîna me dê di du mehên dahatî de kehreba bighe bajarê Kobanî.
Di şerê rêxistina DAIŞê di hindir bajarê Kobanî de gelek alav û pêdiviyên kehrebê hatin wêrankirin, weke dîregên Kehrebayê, kabil û travo. Bi taybetî li wan taxên ku pir zirar dîtin, bingeha kehrebayê bi tevahî li wan taxan wêran bûye û beşek ji îstgeha mezin a kehrebayê ya Kobanî ziyan dîtiye û bo xebitandina wê pêwistî bi kesên pispor heye.
Herwiha bi sedem wêranbûna taxên rojhilatê bajarê Kobanî û kêmtir wêranbûna taxên rojavayê bajêr, berpirs dibêjin dê kehrebaya taxên rojavayê bajêr zûtir bikeve kar.
Nebo dibêje: Em niha xeta volta bilind amade dikine, piştre emê tora rojavayê bajêr amade bikine, piştî wê jî em ji wir biqedin emê biçin rojhilatî bajêr.
Tevî ku motorên deranîna kehrebayê li Kobanî tên bikaranîn û di rojê de 8 saetan kehreba heye, lê welatiyên Kobanî jê nerazî ne, bi sedema bihabûnê, kêmiya dema kehrebayê û têkçûna rojane ya motoran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse