12 salî bû hat zewicandin û 14 salî hat kuştin



Sêrt (Rûdaw)-
Jina bi navê Kader Ertan ku hêj 12 salî bû hatibû zewicandin û 13 salî bû dayik, di 14 saliya xwe de li malê kuştî hat dîtin.
 
Li gor nûçeya DÎHAyê, li navçeya Berwarî ya Sêrtê jina 14 salî Kader Erten li malê kuştî hat dîtin.

Kader Ertan a 14 salî di sala 2011an de li navçeya Şaxê ya Wanê bi destûra malbatê bi Mehmet Atak re zewicnadin.

Kader Ertan a di 27ê Tîrmeha 2000an de ji dayik bû, li Gundê Dugumculer yê Dihê hat zewicandin.

Kader di 13 salî de bû dayik û piştî salek şûnde ji zaroka xwe ya duyemîn 2 canî bû.

Bi zaroka xwe ya 7 mehî ve bi jiyanê ve hat girêdan. Kader, piştî zaroka xwe ya duyemîn anî dinê li odeyê kuştî hat dîtin.

Piştî ku cenazeyê Kader birin Saziya Bijîşka Dadê ya Amedê, Dozgerê Komarê yê Dihê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Dozger serî li xizmên hevserê Kader Erten da. Malbata Hevser Mehmet Atak jî îdîa kirin ku “Kader xwe kuştiye”.