Ji ber strana kurdî doz lê hat vekirin

 

 

 

 

Dîlok (Rûdaw)- Li Dîlokê muzîkjenê heremî yê bi navê Tahîr Ozmen ji ber ku strana kurdî digot, bi îdîaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hat vekirin.

 

 

Li gor nûçeya DÎHAyê, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê doz hunermend Tahîr Ozmen bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” hat vekirin.

 

 

Piştî doz hat vekirin rûniştina yekemîn di 9ê çileyê de li 4emîn dadgeha cezaya giran a Dîlokê hat dîtin.

 

 

Ozmen derbarê vê mijarê de diyar kir ku ji bilî wî 6 hemwelatiyên din jî ji heman dozê tên darizandin û wiha got: “Ji ber ez stranê kurdî dibêjim çend caran Rêveberiya Polîsan a Edeneyê ji bo îfadedayînê bang li min dikir”.

 

 

Ozmen destnîşan kir ku tundiyeke mezin li ser wan tê meşandin û wiha pêde çû: “Doz ji ber delîlek tinebû bo 14ê sibatê hat paşxistin. Dê ev car doz li 10emîn dadgeha cezayên giran a Edeneyê bê dîtin”.

 

 

Ozmen herwiha got “Ev rewş nayê qebûlkirin. Hûnê çawa bi gelê me re bi awayeke aştiyane bijîn. Hûnê bi van siyasetên qirêj aştiyê pêk bînin”.

 

 

Ozmen diyar kir ku ev ne cara yekeme ku ji bo stranên kurdî doz lê hatiye vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî ji bo ku min di şahiyên BDPê de stranan digotin lêpirsîn l imin dihat vekirin. Çi dikin bila bikin lê belê nikarin min jî rêya min derxînin”.