Şirnex - Otomobîla welatiyê ji Sûriyeyê qeza kir: Miriyek û 6 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla ku welatiyek ji Sûriyeyê diajot qeza kir, kesek mir 6 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan li nêzî Gundikê Seyîdayê yê navçeya Hezexê otomobîla ku welatiyê ji Sûriyeyê Mehmûd Îsmaîl diajot ji rê derket û qelibî.
Li ser agahdarkirinê, cendirme, tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman 7 kesên ku di otomobîlê de asê mabûn derxistin.
Hate zanîn ku şofê otomobîlê li cihê qazê canê xwe ji dest daye.
Her wiha tîmên tenduristiyê 3 ji wan zarok 6 kesên ku birîndar bûbûn birin nexweşxaneya dewletê yên Hezex û Cizîrê.