Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî di salvegera damezirandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê peyamek belav kir, “Yekîtiya Jinan a Kurdistanê di parastina mafên jinan û paşerojeke baştir de karekî mezin kir.”
Îro 72 saliya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê ye.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di salvegera damezirandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê de peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku yekrêzî her tim çavkaniya hêzê ye ji bo parastina mafên jinan û ji bo bidestxistina paşerojeke baştir.
Di berdewamiya pîrozbahiya salvegera damezirandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê de Barzanî got:
“Yekîtiya Jinan a Kurdistanê di bipêşxistina civakê û têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û dadperweriyê de roleke girîng lîstiye.
Yekîtiya Jinan a Kurdistanê ji sala 1952yan ve ji bo parastina mafên jinan û bihêzkirina jiyana wan a di hemû waran de di nava hewldaneke berdewam de ye.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman:
“Yekîtiya Jinan a Kurdistanê di dirêjahiya dîroka xwe ya têkoşînê de îsbat kiriye ku di bipêşxistina civaka sivîl de hevparê sereke ye.
Ji bo parastina mafên jinan û garantîkirina paşerojeke baştir li Kurdistanê, wan kedeke mezin da.”
Barzanî bal kişand ser wê yekê ku ew hewlên jinan û beşdariya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê ya di pêvajoyê de bilind dinirxînin.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ew ji bo parastina mafên jinan û avakirina civakeke pêşketîtir piştgiriya têkoşîna jinan dike.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de anî ziman:
“Hêvîdar im ev salveger bibe gaveke nû ji bo bihêzkirina rola jinan û parastina hemû mafên wan.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse