Berdevkê Eşîrên Ereb: Hedefa me Hisîça ye
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hêzên Eşîrên Ereb ên Dêrezorê Husam Elêwî got, “Pismam (eşîrên Ereb) li Dêrezorê bi ser ketin, niha hedefa me Hisîça (Hesekê) ye.”
Piştî ku Tehrîr El Şamê êrişî Helebê kir çekdarên ku Tirkiyeyê piştgiriyê dide wan êrişî deverên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de yên wekî Til Rifet û Minbicê kir.
Komên çekdar di heman demê de êrişî Kobaniya Rojavayê Kurdistanê jî dikin.
Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî da zanîn ku wan li Minbicê bi navbeynkariya Amerîkayê agirbest ragihandiye û dê şervanan ji Minbicê vekişînin.
Li gorî SOHRê, komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bajarê Dêrezorê kontrol kir.
Li bajarê Dêrezorê jî hinek eşîr alîgirên HSDyê ne û hinek eşîr jî bûne dijberî wê û tevlî hêzên Operasyona “Redi El-Udwan”ê bûnê.
Berdevkê Hêzên Eşîrên Ereb ên Dêrezorê Husam Elêwî bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
“Hedefa me Hisîça ye”
Husam Elêwî got, “Em derbasî Rojhilatê Feratê jî bûne” û anî zimên:
“Pismam (eşîrên Ereb) li Dêrezorê bi ser ketin, niha hedefa me Hisîça ye.
Ji sedî 75ê Dêrezorê di destê me de ye. Em dê îro sibe berê xwe bidin Hisîça.”
Berdevkê Eşîrên Ereb îdia kir ku HSD ji Dêrezorê vekişiyaye aliyê Cizîrê û Erebên ku ji Îdlibê wan hatine derbasî Dêrezorê bûne.
“Li Hisîçayê dê rewş zehmet be”
Elêwî ragihand ku ew dê Dêrezorê bi temamî bistînin û piştre berê xwe bidin bajarê Hisîça yê Rojavayê Kurdistanê û got:
“Niha Hisîça li ber wan (eşîrên Ereb û çekdar) maye, ji bo ku xwînrijî raweste em dixwazin ku Mezlûm Ebdî çareyekê bibîne.
Dêrezor dê di demeke nêzîk de bikeve destê xelkê, sê ribên Dêrezorê di destê me de ne. Tenê çend gund mane.
Heta du saetên din dê Dêrezor hemû bikeve destê me ne.
Yan îro yan sibe dê berê xwe bidin Hisîça jî, Dêrezor û Reqa hemû Ereb in lê ji sedî 40ê Hesîçayê Kurd in.
Dê li wê derê rewş zehmet be. Ji ber wê em dixwazin Mezlûm Ebdî diyalogê deyne.”
Husam Elêwî îdia kir ku HSD rê nade Ereb vegerin Hisîça lê Nalîn Hesenê bi bîr anî ku ew jî ji Hesîça ye û gelek Dêrezorî hene li Hesîçayê.
“Madem tu behsa Dêrezorê dikî çima hûn ji Efrînê dernakevin?”
Nalînê pirsa “Madem tu behsa Dêrezorê dikî çima hûn ji Efrînê dernakevin?” kir lê Elêwî ji pirsa bersivê zêdetir rexne li Erebên ku Kurdan diparêzin girtin û got ku ew “ji Kurdan bêhtir bûne Kurd.”
“Kes nikare nûnertiya gelê Kurd bike”
Husam Elêwî îda kir ku Mezlûm Ebdî xelkê ditirsîne û got:
“Ne ku em Mezlûm Ebdî dixwazin an jî jê hez dikin lê pêkhateyeke Kurd heye û em rêzê li hev digirin.
Em Mezlûm Ebdî agahdar dikin ku here û me tenê bihêle û dev ji me berde.
Û pêwîst e ku fermandarên Kurd, çi Birêz Mesûd Barzanî be yan Mezlûm Ebdî be yan çalakvanên siyasetmedarên Kurd…
Kes nikare nûnertiya gelê Kurd bike.”
Nalînê pirsa “Madem tu behsa Dêrezorê dikî çima hûn ji Efrînê dernakevin?” dubare kir û Elêwî wiha bersiv da:
“Bêhtir ji 4 hezar û 500 Kurdên mixalif li jêr vê alayê ne. ENKS li jêr vê alayê kar dike.
Çima hûn bi taybetî behsa Efrînê tenê dikin? Ma Efrîn tenê heye?”