Hewlêr (Rûdaw) - Şer û pevçûnên li Kobaniyê û derdora pira Qereqozaqê rawestiyane.
Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê doh di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de şerekî giran derket.
Li gorî agahiyên berdest, şer û pevçûnên ku heta êvara doh berdewam dikir sibeha îro rawestiyan.
Her li gorî zanyariyan, rawestana şer û pevçûnan piştî wê yekê bû ku bi navbeynkariya Amerîkayê agirbest li Minbicê hat ragihandin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî şeva borî bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku wê agirbestê herêma pira Qereqozaqê û Bendava Tişrîn jî li xwe girtiye.
Bi vê yekê li Kobaniyê û derdora pira Qereqozaqê rewş aram bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse