SOHR: HSD ji Dêrezorê vekişiya

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dêrezor Redi El Udwanê HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ragihand ku wan bajarê Dêrezorê kontrol kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li Dêrezorê şervanên xwe ji rojavayê Çemê Feratê vekişandin û li 7 gundên ku cihên komên çekdar ên ser bi Îranê ve bûn man.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), piştî HSD ji bajarê Dêrezorê vekişiya hêzên xwe li gundên Hetle, El Salihiyê, Merat, El Huseyniye, Tabiye Cezîre, Xeşam û Mezlûmê bi cih kirin.

Li bajarê Dêrezorê jî hinek kes alîgirên HSDyê ne û hinek kes jî bûne dijberî wê û tevlî hêzên Operasyona “Redi El-Udwan” bûn.

Li Dêrezorê di çend rojên borî de hinek kesan xwenîşandan kir û xwest ku HSD ji wî bajarî derkeve û komên ser bi operasyona Redi El Udwanê, derbasî wî bajarî bibin.

Di dema xwepêşandanan de alozî derket û 6 kes hatin kuştin û hinek kes jî birîndar bûn.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê (Ebû El Haris El Şiêtî) cudabûna xwe ji HSDyê ragihand û piştgiriya xwe ji Redi El Udwanê re eşkere kir.

Hinek eşîran piştgiriya xwe ji bo HSDyê ragihand

Hinek eşîrên li Dêrezorê ragihand ku ew li kêleka HSD û Rêveberiya Xweser in.

Li gorî medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê eşîra Igêdat, eşîra Begara, eşîra Qeys Êlan, eşîra Benî Xalid, eşîra Bo Saraya û eşîra Bo Şaban piştevaniya xwe bi daxuyaniyekê ji bo HSDyê eşkere kir.

“Bi saya HSDyê dîrok û çanda me serbilind e”

Daxuyaniya wan wiha ye:

"Em eşîrên Ereb ên ku ji hezaran salan ve li Cizîra Sûriyeyê ne, diyar dikin li kêleka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSDyê ne ku zarok, jin, kal û pîrên me ji destên DAIŞê rizgar kirin.

Bi saya HSDyê yên ku rihê xwe feda kirin, dîrok û çanda me serbilind e.

Di van rojên dawî de li ser medyayên dîjîtal hin kesên tevliheviyê derdixin û piştgiriya xwe ji ya darayî ji Tirkiyeyê digirin an jî hin şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê hewl didin aloziyê derxin.

Vê yek jî bi navê eşîran dikin. Em diyar dikin ku tu têkiliya van bi zarokên me re tune.

Ew alîgir û malbatên endamên rêxistina DAIŞê ne. Em li pişta HSD û Rêveberiya Xweser in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst