Li Rihayê hefteyekê çalakî hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê  Kurdistanê hemû çalakiyên wek meş, civîn û xwepêşandan 7 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Rihayê li ser biryara qedexekirinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê li parêzgehê ji bilî çalakiyên ji aliyê parêzgariyê û qeymeqamtiyê ve destûr ji bo wan tê dayîn hemû çalakî yên wekî civîn, meş, daxuyaniyên medyayê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, vedana konan, belavkirina belavokan, daliqandina pankartan û çalakiyên bi vî awayî yên li qadên vekirî bo dema heftiyekê hatine qedexekirin.

Li gorî parêzgariyê, qedexe 11ê Kanûna Pêşîn a 2024an demjimêr 16:00an dest pê kiriye û heta  roja 18ê Kanûna Pêşîn demjimêr 23:59an berdewam dike.

Her wiha di çarçoveya qedexeyê de hatina welatî û otomobîlan a ji derve ya Riha û navçeyên wê jî hat qedexekirin.