Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî da zanîn ku wan li Minbicê bi navbeynkariya Amerîkayê agirbest ragihandiye û dê şervanan ji Minbicê vekişînin.
Kom û komikên çekdar ên ku Tirkiyeyê piştgiriyê dide wan ji 27ê Çiriya Paşîn ve êrişî Minbicê dikin.
Wan koman ragihandibû ku wan Minbic kontrol kiriye lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî li ber xwe dida.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî şeva borî bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku şervan dê ji bajêr vekişin.
“Armanca me ew e ku li seranserê Sûriyeyê agirbest çêbibe”
Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan bi berxwedana şervanên ya li Minbicê êrişên ku ji Rojavayê Feratê dihatin radiwestandin û got:
“Me ji bo parastina sivîlan bi navbeynkariya Amerîkayê agirbest ragihand.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên ku ji 27ê Çiriya Paşîn ve li ber xwe dida dê di dema herî zû de ji herêmê bên dûrkirin.
Armanca me ew e ku li seranserê Sûriyeyê agirbest çêbibe û ji bo paşeroja welêt pêvajoya siyasî dest pê bike.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sala 2016an Minbic ji DAIŞê rizgar kiribû.
Minbic bi ser parêzgeha Helebê ve ye û sala 2011ê bi kêmî 120 hezar kes lê hebûn, li gel koçberbûna niştecihên bajarê Helebê û navçeyên derdora wê hejmara wan bi ser 400 hezar kesî ket.
Nêzîkî ji sedî 25ê şêniyên Minbicê Kurd in û ji bilî Ereban, Tirkmen û Çerkez jî hene.
Li Minbicê 4 eşîrên mezin ên Ereb hene û kî desthilat be ew piştgiriya wan dikin.
Minbic dikeve rojavayê Çemê Firatê.
Li ser rêya serekî ya M4ê ye ku Rojavayê Kurdistanê bi Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ve girê dide.
Nîşana hoz û eşîretgeriyê bi ser jiyan û helwesta Erebên Minbicê de zal e û ew li gorî berjewendiyên xwe yên darayî tevdigerin.
Kî li navçeyê desthilatdar be ew piştevaniya wan dikin.
في الوقت الذي تستمر فيه مقاومة مقاتلينا في مدينة منبج لإيقاف تمدد الهجمات من غرب الفرات، توصلنا إلى اتفاق لوقف إطلاق النار في منبج بوساطة أميركية، حفاظاً على أمن وسلامة المدنيين.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) December 10, 2024
سيتم إخراج مقاتلي مجلس منبج العسكري، الذين يقاومون الهجمات منذ 27 نوفمبر، من المنطقة في أقرب وقت.…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse