Rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê di êrişekê de hat kuştin

11-12-2023
RÛDAW
Nîşan Ahmet Gun Şirnex Sêgirk Êriş DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Sêgirkê Ahmet Gun di êrişekê de canê xwe ji dest.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihê hatine wergirtin, li gundê Talokanê yê bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebana Şirnexê, Rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê Ahmet Gun û zarokên wî rastî êrişî hatin.

Hat zanîn ku Ahmet Gun û zarokên xwe ji bo komkirina ezingan çûbûn gundê Talokanê.

Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kurê wî yê bi navê Abdurrahim jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Ahmet Gun ji bo otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Heta niha nehatiye zanîn ka ew êriş ji ber çi û ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst