Li Wanê bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 8 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 13 kes hatibûn desteserkirin. 8 ji wan hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku xebatên rêgiriya koçberên neyasayî berdewam in.

Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 4-10ê Kanûna Pêşînê de operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi hinceta “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” 13 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê û piştî karên îfadewergirtinê 13 kes veguhastin Dadgeha Wanê.

Dadgehê derbarê 8 kesan de biryara girtinê da û 5 kes jî hatin berdan.

Parêzgeha Wanê bi taybetî ji aliyê koçberên Efxanistan, Îran û Pakistanî ve wekî rêgeheke derbasbûna Tirkiye û Ewropayê tê bikaranîn.