Li Şirnexê xwendekarekî 17 salî xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî xwendekarekî ku li şevîmana dibistanê dima xwe kuşt.

Li gorî nûçeya MAyê, xwendekarê bi navê A.B. yê 17 salî yê ku li Lîseya Sporê ya Şirnexê dixwend û li şevîmana heman dibistanê dima xwe kuşt.

Lê nehatiye zanîn A.B. xwe çawa kuştiye.

Tîmên tenduristiyê termê A.B. veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li gorî hinek îdiayan, rêveberê şevîmanê A.B. ji şevîmanê derxistiye û wî jî xwe kuştiye.

Hat zanîn A.B. ji gundê Dêra Hînê yê navçeya Qilabanê ye û ji bo xwendinê çûye Şirnexê.