Li Amedê pevçûna malbatan: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna 2 malbatan de 7 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li cadeya Qerejdaxê ya navçeya Rezanê ya Amedê 2 malbatên ku berê jî alozî di navbera wan de hebû, pev çûn.

Piştî demek ji nîqaşê her du malbatan bi dar û keviran êrişî hev kir û di pevçûnê de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin û gelek kes hatin destserkirin.

Hat ragihandin ku li ser kesên desterkirî çek û demançe hebûne û hêzên ewlehiyê dest danîne ser wan.