Li Bakurê Kurdistanê baran heye

11-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Baran Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - îro ji bilî parêzgeha Wanê li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê berf û baran heye.

Li gorî Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê, îro ji bilî bajarê Wanê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê berf û baran dibare.

Li Wan, Îdir, Agirî û Qersê jî mijeke zêde heye.

Li bajarên Erzirom, Erzingan û Qersê berf û li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî baran dibare.

Herwiha li Bakurê Kurdistanê pileya germê li gorî demsalê di navbera 2-4 pileyan de bilind e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst