Nivîskarê Kurd Mûnzûr Çem koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner û nivîskarê Kurd Mûnzûr Çem li Berlîn a Almanyayê koça dawî kir.

Nivîskar Selîm Temo derbarê wefata Mûnzûr Çem li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, “Lêkoler, berhevkar, zimanzan û nivîskarê Dêrsimî, şevbayê li çiyayên welêt, hevalê Seyîd Rizayî, mamostayê me Munzur Çem çû ser heqiya xwe. Serê malbata wî û neteweya me sax be.”

Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay ê ku bi salan bi Mûnzûr Çem re rêhevaltiya siyasî kiriye jî li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku ew penceşêrê ketibû û ji ber wê koça dawî kir.

Rojnameger, nivîskar, wergêr Mûnzûr Çem di sala 1945an de li gundê Qurze yê navçeya Gêxî ya Çewligê ku berê gundekî Dêrsimê bû ji dayik bûye. Di deh saliya xwe de li gundê cîran Sêterê dest bi dibistana seretayî kiriye.

Dibistana navîn li navçeya Nazimiye ya Dêrsimê xwend. Di sala 1966an de Koleja Tenduristiyê ya Amedê qedand. Dema ku karmendê tenduristiyê bû, beşa şevê ya Dibistana Taybet a Aborî û Zanistên Bazirganî ya Enqereyê berdewam dikir û di sala 1971an de ji vê dibistanê mezûn bû.

Mûnzûr Çem ku ji destpêka salên 1970yî ve dinivîsand, ji bo kovara mehane ya Rêya Azadî ku di sala 1975an de dest bi weşana xwe kir û ji bo rojnameya Kurdî-Tirkî Roja Welat a ku di sala 1987an de derdiket, berdewamiya nivîsandinê kir. Mûnzûr Çem di van salan de bi Kurdî (zaraveya Kirmanckî/Zazakî) dinivîsand.

Demek beriya derbeya leşkerî ya 1980yî, ji ber xebatên xwe yên siyasî û nivîsên xwe yên siyasî ji aliyê biryara desteserkirina wî hatibû dayîn lewma ew jî çû derveyî welêt. Ji dawiya sala 1980î heta dawiya sala 1983an, dema wekî edîtoriya rojnameya mehane ya Dengê KOMKARa ku li Almanyayê derdiket dixebitî, xebatên xwe yên siyasî jî didomandin. Di destpêka sala 1984an de çû Swêdê û li wî welatî bi cih bû.

Nivîskarê ku li gorî serdemê bi navên cuda nivîsandiye, heta niha gelek pirtûk çapkirine û gelek gotarên wî di kovar û rojnameyên cuda de hatine weşandin.

Nivîskarê ku di van salên dawî de li ser lêkolînên Kirmanckî dixebitî, endamê Koma Stockholmê ya di vî warî de bû û bi awayekî çalak beşdarî xebatên kovara Vateyê bû.

Çem li ser çand, aborî û siyasetê xwedî gelek gotaran e.

Mûnzûr Çem ê ku yek ji damezrînerên Kurd-PENê bû li Berlînê dijiya.