Li Meletiyê qezaya trafîkê: 13 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Taxa Koşu ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê serwîsa karkeran û otomobîlekê li hev da. Di bûyerê de 13 kes birîndar bûn, 4 ji birîndaran zarok in.

Demjimêrên şeva borî li Taxa Koşu ya Meletiyê serwisa karkeran û otomobîlekê li hev dan. Di bûyerê de 13 kes birîndar bûn. Li gor medya Tirkiyê serwîsa karkeran a bi şofêrtiya Yilmaz K. û otomobîla bi şofêrtiya Ramazan Oz li hev dane.

Di bûyerê de serwîsa karkeran wergeriya û li gor agahiyên hatine belavkirin, tîmên tendirûstî û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin. Di bûyerê de 13 kes birîndar bûn ku 4 ji birîndaran zarok in. Birîndar ji aliyê tîmên tendirûstî ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Meletiyê hatin veguhestin.

Derbarê rewşa tenduristiya birîndaran de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin lê hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.