Parlamentera HDPê: AKP li her çar parçeyên Kurdistanê siyaseta şer dimeşîne

11-12-2022
RÛDAW
Parlamentera HDPê Tulay Hatimogulari
Parlamentera HDPê Tulay Hatimogulari
Nîşan HDP Tulay Hatimogulari Kurd Kurdistan Suleyman Soylu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê Tulay Hatimogulari got “AKP li her çar parçeyên Kurdistanê siyaseta şer dimeşîne.”

Di civîna roja Semiyê 10ê Kanûna 2022an ya Parlamentoya Tikriyê de, HDPê rexne li siyaseta AKPê û oparasyonên artêşa wî welatî bo ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê girtin.

Parlamentera Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Tulay Hatimogulari ragihand, ew baca ku xelk dide li şûna xizmetguzariyan, li çêkirina çekan û grupên çekdar li Surî tê xerc kirin.

Tulay Hatimogulari dibêje “Hûn dibêjin pirsgirêka me li gel Kurdan tuneye, lê li her çar parçeyên Kurdistanê hûn siyaseta xwe ya êrişê û şer berdewam dikin û dawiya vê yekê jî nayê.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku di vê civînê de amade bû, bi dijwarî li dijî rexneyên ku AKPê wek dijminê Kurdan binav dike derket û ev yek red kir. Soylu ragihand, di nava 5 salên derbasbûyî de zêdetirî 1230 gêrîlayan xwe radest kiriye ku hineka ji wan gotine “HDPê ew şandine çiyê.”

Suleyman Soylu got “Hûn dizanin kî dijminê Kurdan e? PKK û HDPê ne ku kalaşnîkofê didin destê zarokan.”

Di heman rojê de Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan, di gotareke xwe ya li parêzgeha Samsunê de got ew dê oparasyona xwe ya li dijî PKKê li Tendûrek, Besta û çendîn cihên din yên Bakurê Kurdistanê berdewam bikin. Erdogan her wiha daxwaza dengan ji xelkê kir.

Erdogan got “Li Parlemantoyê baskê rêkxistina terorîstî heye. Hûn hemû amadene ku em bi hev re di sala 2023ê de wan nehêlin?”

HDP xwediyê nêzîka şeş milyon dengane û wek hêza yekalîkirinê tê dîtin.

Li gorî rojjimêra Saziya Bilinda Hilbijartinên Tirkiyê, di hezîrana 2023ê de wê hilbijartinên Serokomariyê û Parlemantoyê li vî welatî bên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst