Iraq: Me li Pirdê şikefteke DAIŞê bombebaran kir

11-12-2022
RÛDAW
Nîşan Pirde Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand, firokeyên şer ên Iraqê şikefteke DAIŞê ya li nahyeya Pirdê ya parêzgeha Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê roja Şemiyê 10ê Berfanbara 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, li ser zanyariyên istixbaratî yên Ajansa Îstixbarat û Lêkolînan a Wezareta Navxwe, li nahyeya Pirdê ya Kerkûkê, şikefteke çekdarên DAIŞê bi firokeyan hatiye kirin.

Nahyeya Pirdê dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Kerkûkê û başûrê Hewlêrê. DAIŞ di nav valahiya ewlehiya herêmê de hîn jî çalak e.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê li ser ziyanên DAIŞê diyar kir ku ew dê zanyariyên zêdetir li ser bombebaranê belav bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst