Li Amedê di navbera parlamenterên HDP û polîsan de alozî derket

11-12-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê HDP Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê HDPê xwest li dijî tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer meşekê lidar bixe, lê polîsan rêgirî li vê meşê kirin û di navbera polîsan û palamenterên HDPê de alozî derket.

Doh 10ê Kanûnê HDPê ragihandibû, ku ew ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku 21 meh e malbata wî û parêzerên wî hevdîtin ligel nekirine roja Yekşemê meşekê li vî bajarî lidar bixe. Lê piştî ragihandina vê yekê, Parêzgariya Amedê bi daxwuyaniyeke fermi bo dema rojekê li vê parêzgehê qedexeya çalakiyan ragihand.

Îro 11ê Kanûnê alîgirên HDPê li navçeya Rezan û taxa Ofîsê kom bûn û ji sê milan ve bi silogana “ji tecrîdê û şer re na” xwestin ber bi parka Koşuyolu ve bimeşin.

Lê polîsan rêgirî li beşdaran kir û li ser vê yekê di navbera polîsan û parlamenterên HDPê yên li pêşiya gel dimeşiyan de alozî derket.

Li gorî agahiyan, di dema meşê de sê welatiyên ku di rê re derbas dibûn ji ber silav dane parlamenterên HDPê, polîsan xwestiye li wan bidin û li ser vê yekê jî di navbera polîsan û parlamenterê HDPê yê Amedê Hişyar Ozsoy de alozî derketiye.

Parlementarê HDPê Hişyar Ozsoy ji polîsan re dibêje, mafê we tune ye hûn rêya me bigrin û li ber çavê me li xelkê bidin. Demekê polîsan parlemanterên HDPê dûrpêç kirin û nehiştin bimeşin.

Herwiha polîsan li ser rê dest bi lêgerîna xelkê kir û gelek welatiyên ku di rêya xwe de jî diçûn dane sekinandin. Welatiyek ku hatibû sekinandin nerazîbûna xwe li dijî vê kiryarê tîne ziman û dibêje; “êdî bese dê ev rewş heta kengê berdewam bike, em edaletê dixwazin bo me hemûyan, bo vî welatî, ma dê zarokên we jî polîs bin û her dê rewş bi vî awayî be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst