Agir bi Kampa Behirke ya koçberan ket; Kesekî 17 salî canê xwe ji dest da

11-12-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Behirke ya ser bi Hewlêrê ve agir bi kampeke koçberan ket û di encamê de kesekî 17 salî canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan, di encama şewatê de 5 çadirên koçberan û kelûpelên wan şewitîne û zirareke mezin a maddî çê bûye, herwiha kesekî jî canê xwe ji dest daye.

Peyamnêra Rûdawê Halabja Sadûn dibêje, ku di encama şewatê de kesekî 17 salî canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê Serkewt Kareş ji Rûdawê re ragihand, li Kampa Behirkeyê agireke mezin çê bûye û tîmn agirvemirandinê hewl didin agir kontrol bikin.

Serkewt Kareş herwiha got, “di şewatê de kesekî jiyana xwe ji dest daye.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, kesê ku di bûyerê de canê xwe ji dest daye, 17 salî û xelkê Mûsilê û navê wî Ebdullah Rayiq Îslamîl e.

Rêvebirê nahyeya Behirke ya Hewlêrê, Tole Omêd ji Rûdawê re ragihand, agireke mezin li kampa awareyên Neynewayê ketiye, niha polîs gihîştine cihê bûyerê û hêzên Berevaniya Sivîl mijûlî vemirandina agir in.

Berpirsê Kampa Behirkê Arif Ebdullah ji Rûdawê re got: “Ev ne cara yekê û ne jî ya duyem e ku agir bi kampê dikeve, ev çend carin agir bi kampê ketiye. Hikûmeta Iraqê alîkariya awareyan nake. Neft li kampê belav nekirine, xelk bi neçarî bi amûrên elektrîkê xwe germ dikin, wayerên elektrîkê kevn bûne xwe li ber wan amûra nagire, ji ber wê yekê ew şewat deket.”

Berpirsê Kampa Behirkê herwiha got, “Tubên agirvemirandinê dema wan derbas bûne û ekspayer bûne, bi salan e em daxwaz dikin ku wan ji me re nû bikin, lê nehatine nûkirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst