Li Amedê bo dema rojekê çalakî hatin qedexekirin

Rûdaw (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bo dema rojekê hemû çalakiyên wek meş, xwepêşandan, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên rûniştinê ji aliyê parêzgariyê ve hatin qedexekirin.

Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku, roja Yekşemê 11ê Kanûna 2022an hemû çalakiyên wek, daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavokan, vedana kon û vekirina standan li wê parêzgehê hatine qedexekirin.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ev qedexe bi armanca rêgirtina li ber egera êrîş û çalakiyan û bûyerên tûndûtîjiyê hatiye ragihandin. Herwiha dibêje “Li çend xalên cûda yên parêzgeha me dê kesên girêdayî rêxistina terorê bicivin û dê çalakiyan saz bikin ku pesnê PKK û Abdullah Ocalan didin. Me ev yek nirxandiye û em gihiştine wê encamê ku dê ev çalakî zerarê bidin can û malê xelkê.”

Ev di demekê de ye hevserokên Rêxistina HDPê ya Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan ragihandibûn ku dê roja Yekşemê 11ê Kanûna 2022ê li parêzgeha Amedê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan çalakiyekê bikin û banga beşdarbûnê kiribûn.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji sala 2016an ve piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Temmûzê bi berdewamî qedexeya çalakiyan tê ragihandin û ew qedexe her 15 roj carekê tên dirêj kirin. Lê di rojên girîng de bo dema çend rojan careke din qedexeya çalakiyan ji aliyê parêzgariyan ve tê ragihandin.