Li kursa Quranê destdirêjî li 7 zarokan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzerom ya Bakurê Kurdistanê li kurseke xwendina quranê kesekî bo 7 zarokan destdirêjiya cinsî kir ku ew kes wek çavdêr li cihê kursê kar dikir û piştî eşkerebûna tawanê wî li parêzgehekî din yê Tirkiyê hat desteserkirin.

Serokê Sendîkaya Karmendên Kar û Barê Olî û Weqfa Amedê Omer Evsen dibêje “Di diyanetê de 130 hezar personel hene. Wexta ku li cihekî mirov tê de pir bibin, bêguman mirovên xelet, mirovên ne xweş, mirovên çewt dibin. Saziyên me û hevalên me gava van mirovan ji bo erkê girtin, bila hinek din jî bala xwe bidinê da ku li cihekî din bûyerên wiha dernekevin.”

Ew 7 zarok kur in û li kursa quranê bi navê "Hecî Behadîn Evgî" li navçeya Paltokanê (Palandoken) dixwendin ku ser bi rêvebertiya kar û barê olî yê Tirkiyê ve ye. Ew zarok li beşê navxwe yê taybet bi wê kursa olî de dimînin.

Omer Evsen got jî “Ji xwe hem di Îslamê de hem jî di qanûnên me de cezayê wê cezayê herî mezin e. Em dibêjin jî cezayê herî mezin çiye, bila bibe. Em dixwazin ji vê şûnde jî cezayên wan îdam be jî bila bibe, gava kesek van kiryaran kir, bila bizanibe ku cezayekî wê yê mezin heye, heta mirin jî tê de heye da ku destê xwe ji van kiryaran vekişîne.”

Piştî eşkerebûna bûyerê kesê tawanbar reviyab[ û dawiyê li parêzgeha Yozgatê ya Tirkiyê hat desteserkirin. Parêzgarê Erzeromê roja Pêncşemê ragihand ku ji ber ewlekariyê ew neanîne Erzeromê û derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam e.

Ev ne bûyera yekemîn e ku berî niha jî bûyerên bi wî awayî li çend navçeyên din yên Bakurê Kurdistanê li kursên xwendina quranê çêbûbûn.

Li gor biryara civîna dawî ya şûra perwerda netewî ya Tirkiyê  ku di destpêka vê mehê de çêbû, zarokên temen 4 û 6 salî li qonaxa baxçeyê zarokan neçarin perwerdeya olî bibînin û ev biryar bûye sedema karvedanan.