Ji bo Girê Miraza pêngavek ji geştyarên Rûs

11-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya çalakiya Ajansa Danasîn û Pêşxistina Turîzmê de nûnerên 40 acenteyên geştyariyê yên Rûsyayê li Girê Miraza yê di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê de cî digre geriyan û ew li ber herêmê şaş û metel man.

Ji rayedarên acenteyan Gulnaz Ehmedova ji bo nîşanî geştyaran bide vîdeo û wêne tomar kirin û  got ku cara ewil e li Riha û Girê Miraza digere.

Gulnaz Ehmedova  got: “Peyv têrê nakin ku qala vê derê bikim. Cara ewil e ez têm vê derê û hişê min tevlihev bû, nikarim qala hestên xwe bikim. Ji bo geştyarên Rûs ên dixwazin ciyên wiha bibînin Girê Miraza navend e. Em dema herin Rûsyayê em dê wêne û vîdeoyên Girê Mirazan nîşanê welatiyên Rûsyayê bidin û qala herêmê bikin. Em ji wan re bêjin divê teqez vê derê bibînin."

Geştyar Îlona Vladimirovna jî diyar kir ku bi 40 kesên karê turîzmê dikin re çûne wê derê û wê ew der gelekî ecibandiye û dixwazin bidin nasîn.

Îlona Vladimirovna got gelekî di tesîra ciyên lê geriyan de man û wiha pê de çû: “ Bi piranî turîstên ji Rûsyayê tên vê derê Tirkiyê wekî Stenbol û Antalya dizanin. Ji ber ku em li Rihayê ne gelekî kêfxweş in. Dema vegeriyan em dê ji welatiyên xwe re behsa vê derê bikin û pêşniyaz bikin ku werin bibînin. Hêviya me ew e ku gelek turîstên Rûsya bişînin vê derê jî. Hesteke wisa tê min ku dizanim li bajarê Pêxemberan im. Dema li kuçeyan geriyam jî min dengê xwe bilind nekir di axaftinan de. Gelê herêmê gelekî taybet e. Wekî din min ji xwarinên Rihayê gelek hez kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst