Xwendekarên biyanî di jiyana xwe de yekem car berf li Kurdistanê dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên biyanî yên ku ji welatên germ ên li Asya û Afrîkayê, ji bo perwerdeya zanîngehê çûne bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, bi berfa ku di jiyana xwe de cara ewil dîtin gelekî kêfxweş bûn û şaşbûna wan kesên derdorê kenand.

Xwendekarên biyanî yên Beşa Îlahiyatê ya Erebî ya ku bin banê Fakulteya Îlmên Îslamî ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê, cara ewil li Agiriyê berf dîtin.

Xwendekarên ku ji Nîjerya, Somalî, Endonezya û Malezya çûne bajêrê Agirî, li ser berfa ku cara ewil dîtin xwe dirêj kirin û kêfa berfê derxistin.

Xwendekarên biyanî di nav berfê de xwe gindir kirin û bi tevgerên xwe yên şaşwaz kesên derdorê kenandin, hevalên wan ên Kurd jî lîstina qulatê berfê fêrî wan kir. 

Kordînatorê Erebiya ji Sedî Sed ê Fakulteya Îlmên Îslamî li Zanîngehê Mucahîd Elhut diyar kir ku xwendekarên biyanî cara ewil e berfê dibînin.

Mucahîd Elhut got ku xwendekar ji ber dîtina berfê şaş mane û wiha axivî: "Li welatên ku lê dijîn hewaya herî sar dora 20 pileyî ye. Qet berf nedîtine û pê nelîstine. Ev der ji wan re hinekî zehmet tê, lê îro li vir barîna berfê dîtin û gelekî kêfxweş bûn. Dema vegerin welatê xwe dê van dîmenan nîşanî malbatên xwe bikin. Ji bo ku bi berfê lîstin gelekî şa bûn. Ev yek ji bo wan ezmûna ewil bû."

Ji xwendekarên Nîjeryayî Îlyas El Hesen jî diyar kir cara ewil e berf dîtin û telefonî malbatên xwe kirin ji wan re behsa berfê kirin. 

Hesen got ku cara ewil e zivistanê dibînin û got: "Li Nîjeryayê berf tune. Nîjerya li gor vê derê gelekî germ e. Elhamdulîllah berfê em gelekî kêfxweş kirin."

Xwendekarê Endonezyayî Mihemed Faris jî got ku li Jakartayê dijî, dê 5 salan li Agiriyê zanîngeh bixwîne û têra xwe kêfa berfê derxîne.

Faris behs kir ku berf pak û paqij e û zelal e, Agirî bajarekî gelekî xweş e û wiha pê de çû: "Berf zehf xweşik e, min cara ewil dît û gelekî kêfxweş bûm. Heta beriya ku ez bêm vir min lêkolîn kir ka berf dibare yan na. Dema min zanî ku berf dibare hatim vir."