Encûmena Wezîran projeyasaya çaksaziyê pesend kir

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serpereştiya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî kom bû û bi tevahiya dengan projeyasaya çaksaziyê pesend kir û ew yasa dê bo parlamentoyê bê şandin.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bû, guftugo derbarê reşnivîsa proje yasaya çaksaziyê li xanenîşîn, mûçe, dermale, bexşîn û îmtîyazên din li Herêma Kurdistan-Iraq hatin kirin ku beşek ji bernameya piştgiriya çaksaziyan e di çarçoveya karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê kombûnê de, Serokwezîr  Mesrûr Barzanî amaje bi wê kiriye, çaksazî proseyeke berdewam e û di pêngavên pêşerojê de hemû sektoran li xwe digire û diyar kiriye, “Destpêka destbikarkirina kabîneya nehem, me soz dabû ku vê projeyasayê bişînin bo parlamentoyê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa wê jî kiriye, “Proje ya hemû aliyên beşdarên hikûmetê ye û di berjewendiya giştî de ye, dadperwer e û bi piştrastî jî xelkê şayeste, mafên wan tên parastin.”

Her di wê kombûnê de, piştî guftugoyên kur û berfireh li ser birgeya projeyasayê, piştî bicihkirina çendîn guhertinan, Encûmena Wezîran bi tevahiya dengan, projeyasaya çaksaziyan pesend kir û dê bê şandin bo parlamentoyê.

Senger Ebdurrehman, behsa hurgûliyên, yasaya çaksaziyê û nakokiyên di navbera hikûmet, parlamento û aliyên siyasî de dike: