Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê gihîşt Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, Rick Perry îro Sêşembî 11ê Kanûna 2018 bi serdanekê gihîşte Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

 

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê li balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.


Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman ji balafirxaneya Hewlêrê ve ragihand, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê dê bi rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re çend civînên giring bike.


Biryar e Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê û şanda pê re ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hevdîtineke pêk bînin.


Armanca serdana şanda amerîkî ew e ku peywendiyên di navbera Herşma Kurdistanê û mijara hinardekirina petrol û gaza sirûştî û taybetî petrol Kerkûkê gotûbêj bikin.


Ji bilî Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry di nav şanda Amerîkî de Balyozê Amerîkayê yê Bexdayê, Konsulê Amerîkayê yê Hewlêr û çend şêwirmend û diplomat hene.


Rick Perry

 

James Richard Perry


4ê Adara 1950î li Teksasê ji dayîk bûye


Ji sala 1989an ve endamê Partiya Komariyan e


Sermayeya wî 2 milyon dolar e


1985 - 1991 Endamê Encûmena Nûneran a Teksasê bû


1991 - 1999 Komîsyarê Kiştûkalî yê Teksasê bû


1999  2000 Efserê yekem ê Teksasê bû


2000  2015 Hakimê Wilayeta Teksasê bû


Ji Adara 2017an ve Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê ye