Piştî çend salan tunela nû ya Merîwan-Sine hate vekirin

11-12-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Merîwan Sine Tunel Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tonela 2 kîlometrî ya cadeya Merîwan - Sine piştî çendîn salan hate vekirin. Bi cîbicîkirina wê projeyê astengiya herî mezin a ser riya Merîwan-Sine hate çareserkirin.

 

Riya Merîwan-Sine ku pir metirsîtirîn riya parêzgeha Sine ye, bi qasî %71 temam bûye, lê ji bo temambûna wê ya yekcarî pêwîsît bi 416 milyar tûmen heye.

 

Cadeya niha ya Merîwan-Sine 2 sayd e, bi sedema xala sînorî ya Başmaxê hatin û çûna navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li ser e û gelek qerebalix e.

 

Ji ber qerebalixiyê, riya Merîwan-Sineyê salane qurbaniyan distîne. Lê tonela ku li ser vê rêyê hate vekirin, beşa herî zêde ya zehmetiya rê çareser kiriye. Lê tevî ku ev tunel hatiye vekirin, lê xelkê deverê her li benda temambûna riya nû ne, daku ji belaya riya kevn xilas bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst