Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gihand koçberên ser Çiyayê Şingalê
Şingal (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan digihîne ser Çiyayê Şingalê û biryar e 800 malbat sûdê ji wan alîkariyan wergirin.
Li ser Çiyayê Şingalê hejmareke koçber li ber rehma serma û baranê ne û niha di rewşeke pir dijwar de jiyana xwe derbas dikin.
Hemwelatiyên Şingalê ji ber şerê DAIŞê koçberî serê çiyan bûn, ew hêvî dikin Şingal weke berê aram bibe û xizmetguzariyên pêwîst bêne pêşkeşkirin û vegerin malên xwe. lê niha di rewşeke pir dijwar de jiyana xwe derbas dikin.
Xelkê Şingalê li ser çiyê hawara xwe dighînin hikumet û rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî ve.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gihandiye koçberê li herêma Çiyayê Şingalê.
Koçberl bi navê Saed Xelef wiha got: “Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ev alîkarî gihande me. Pêwîstiya me bi alîkariya zêdetir heye.
Li gor amarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Şingalê heya niha betirî 2000 malbatan navê xwe bo alîkariyan tomar kirine.
Karmendê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yê li Şingalê Elî Şimo jî got: “Ev sê roj in em alîkariyê bi ser xelkê dabeş dikin. Em cilûbergan didin zarokan.”
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya UNICEF . alîkarî bi ser 7 hezar zarokîên koçber de belav kir.
Koçber Xatûn Elî jî got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gihand me û pêwîstiya me bi zêdetir alîkariye heye.”
Beriya bûyerên 16ê Cotmehê li Şingalê 38 rêxistinên alîkariyê hebûn lê niha 20 rêxistin mane.
Salek bi ser têkbirina DAIŞê re û sê sal ji bi ser rizgarkirina Şingalê ji destê çekdarên rêxisitina DAIŞê re derbas bûn, lê heta niha jî valahiya ewlehiyê, rikeberiya grûpên çekdar û wêraniya li Şingalê ji bo Kurdên Êzidî dibe sedema pirsgirêkan.