Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry dest pê kir.

 

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, Rick Perry îro Sêşembî 11ê Kanûna 2018 bi serdanekê gihîşte Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro Sêşemê (11.12.2018) li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry û şanda pê re kir.


Di hevdîtina Barzanî û Perry de peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û herwiha peywendiyên Bexda û Hewlêrê hatin gotûbêjkirin.


Rick Perry bo serdana Herêma Kurdistanê kêfxweşiya anî ziman û diyar kir ku welatî ji bo aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe berdewam bike û herwiha di mijara çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bibe alîkar.


Serokwezîr Barzanî jî bo vê serdana spasiya şanda Amerîkî kir û got: “Herêma Kurdistanê vê serdana wekî piştevaniyeke baş dibîne.


Barzanî amaje bi hevkariya Amerîkayê ya bo başkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo çarserkirina pirsgirêkan amade ye.


Serokwezîr herwiha hêvî xwest ku Amerîka di mijara hinardekirina petrola Kerkûkê de rola xwe ya erênî bileyize.


Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê li balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.


Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman ji balafirxaneya Hewlêrê ve ragihand, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê dê bi rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re çend civînên giring bike.


Armanca serdana şanda amerîkî ew e ku peywendiyên di navbera Herşma Kurdistanê û mijara hinardekirina petrol û gaza sirûştî û taybetî petrol Kerkûkê gotûbêj bikin.


Ji bilî Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry di nav şanda Amerîkî de Balyozê Amerîkayê yê Bexdayê, Konsulê Amerîkayê yê Hewlêr û çend şêwirmend û diplomat hene.