Keçên Kurdên Êzidî ji rêxistinên mafên mirovan bi gazind in

11-12-2017
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Keçên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne: Dengê rêxistinên mafên mirovan kêm derdikeve
Keçên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne: Dengê rêxistinên mafên mirovan kêm derdikeve
Nîşan Kurdên Êzidî Mafên Mirovan Rêxistin Piştgirî Lawazbûn
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Keçên Kurdên Êzidî aşkere dikin, ku mafên wan hatine binpêkirin û diyar dikin ku ji bo wan tiştekî nehatiye kirin û pişgriya wan nayê kirin.

 

10ê Berfanbarê weke Roja Mafên Mirovan a Cîhanî hatiye destnîşankirin, keçên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne di wê rojê de aşkere dikin, ku li hember wan binpêkirinên herî mezin hatine kirin û pêwîst e rêxistinên navdewletî alîkarî û piştgiya wan bikin, çimku hêj di êş û xeman de dijîn.

 

Leyla Telo ku 3 sal di destê DAIŞê de maye û heft car hatiye kirîn û firotin û niha ji destê DAIŞê rizgar bûye, di Roja Mafên Mirovan a Cîhanî de gilî û gazindên xwe tîne ziman, ku dengê rêxistinên mafên mirovan kêm derdikeve.

 

Leyla Telo behsa êş û jana ku di destê DAIŞê de û piştî DAIŞê dîtine dike û dibêje: “Ez gelek caran hatim firotin, min bi xwe gelek êş dîtin, ne tenê ez, keçên Êzidiyan hemû weke min in.”

 

Herwiha Leyla Telo amaje bi wê yekê kir, ku divê rêxistinên mafên mirovan alîkariya Kurdên Êzidî bikin.

 

Xalid Qaidî ku ji malbata wî 15 kes ketine destê DAIŞê, ew jî jiyana xwe di nav avahiyên ku hêj temam nebûne de didomîne ragihand, dema ku behsa mafên mirovan tê kirin, pêşî lazim e ku di peyamnameya mafên mirovan de nav û karesata ku hatiye serê Kurdên Êzidî were bibîranîn û diyar kir, ku îro pirsa Êzidiyan heye û pirsekeke mezin e.

 

Li hin kampên li parêzgeha Duhokê, Roja Mafên Mirovan a Cîhanî tê bibîranîn, lê Kurdên Êzidî daxwaz dikin, ku saziyên mafên mirovan dengên wan bigihînin navendên xwedî biryar.

 

(Î.A)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst