SILÊMANÎ – Konferansa partiyên sosyal demokrat dest pê kir

11-12-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Silêmanî Konferans Sosyal Demokrat
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê konferansa partiyên sosyal demokrat ên Ewropa û cîhana erebî dest pê kir. Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) mêvandariya konferansê dike.

 

Îro li Hola Şarê Ciwan a Silêmaniyê, konferansa partiyên sosyal demokrat dest pê kir, ku ji Ewropa û cîhana erebî bi gistî 41 partî jib o konferansê hatine vexwendin.

 

Biryare konferans 2 rojan bajo û di 6 panelên cuda de mijarên weke parastina azadiyan, geşedana demokrasiyê, rewşa herêmê ya niha û ya piştî nemana DAIŞê bên gotûbêjkirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hewkar Yasîn ragihand; “Li gorî bernameyê dê roja yekemîn mijara modernîteyê bê gotûbêjkirin û panelek jî dê li ser boykotkirina kelûpelên Îsraîlê be.”

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku dê partiyên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî konferansê bin. Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî bi tevê ku ne endamên partiyên sosyalîst û demokratên ewropa û cîhana erebî ne jî dê wek mêvan beşdarê konferansê bibin.

 

 

Derbarê konferansê de Berdevka Konferansê Ciwan Ihsan ji Rûdawê re got ku dê di her sê panelên îro de karûbarên partiyên sosyal demokrat, mijarên bi partiyên sosyal demokrat ên cîhana erebî û Ewropayê ve têkildarin dê bên gotûbêjkirin.

 

Ihsan herwiha got; “Piraniya pirsgirêkên me weke hev in. Pirsgirêkên civakî, tekoşîna li dijî terorê û herwiha mijara jinana dê bibin beşên dîbeytan.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst