Kampanya parastina kevnarên Amedê bang li UNESCOyê dike

11-12-2015
Mahîr Yûksel
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw)- Li navçeya Sûrê ya Amedê ji ber şer û pevçunan her ku diçe ziyana digihîje şûnwarên dîrokî mezintir dibe. Şûnwarên dîrokî yên di mîrata çandî ya UNESCOyê de ne ji bo ku werin parastin kampanyaya îmzeyê hatiye despêkirin da ku UNESCO ji bo parastina şênwarên Amedê gavan biavêje.

Navçeya Sûr a Amedê di nava Amedê de devera herî gelek şûnwarên dîrokî dihewînê û ev şûnwar ji ber şer û pevçûnan di binê metirsiyê de ne ku nifşên bê van şûnwarên kevnar nekarin bibînin.

Ji bo xwedîlêderketina van şûnwarên dîrokî jî akademîsyenek Zaningeha Dîcleyê jî kampanyaya îmzeyan daye despêkirin ku UNESCO ji bo parastina van şûnwaran bikeve hwildanê.

Akademîsyen û Rêvebirê Kampanyaya Îmzeyê Azîz Yagan ji Rûdawê re ragihand: “Dema Tahîr Elçî li ber minareya çar ling hate qetilkirin min dît ku banga wî ya parastina şûnwarên dîrokî nîvco ma û hate bîra min ku ez kampanyayek wisa bidim despêkirin. Her wiha şunwarên dîrokî ne tenê nirxên kurdane di heman demê de nirxên hemû cîhanê ne û pêwîst e rêxistina gerdûnî UNESCO jî di vî warî de bêdeng nemîne.”

Akademîsyen bang dikin ku parastina şûnwarên dîrokî yên navçeya Surê berpirsiyariya herkesî ye ku însiyatîfê bistînin û tiştnan bikin.

Tê pêşbînîkirin ku îmzeyên hatine komkirin di rojên pêşiyê de ji bo UNESCOyê werin pêşkêşkirin û ji rêveberên UNESCOyê were xwestin ku di vê mijarê de komîsyonekê ava bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst