Li Dêrsîmê bîranîna Nelson Mandela

11-12-2013
SERKAN İNCE
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) – Komeke ku ji nûnerên rêxistinên siyasî û nûnerên civaka sivîl pêk dihat, li navenda Dêrsîmê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan, rêberê efsanewî yê Afrîqaya Başûr Nelson Mandela bi bîr anîn.

Li ser navê koma ku ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl û ji nûnerên rêxistinên siyasî pêk dihat, Mazlûm Dogan derheqê bîranîna Nelson Mandela re daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mandela di jiyana xwe de ji bo pêkanîna aştî û azadiyê, li dijî nijadperestiyê têkoşiyaye.

Di daxuyaniyê de Dogan digel Xelata Nobelê qala xelatên ku Nelson Mandela wergirtine jî kir û got ku ji ber neheqiya ku li Tirkiyê li Kurdan dihat kirin û binpêkirina mafên mirovan, Mandela di sala 1992an de Xelata Aştiyê ya Atuturk wernegirtiye.

Dogan gotina Nelson Mandela ya ku “Xewin û xeyala civakeke azad û demokratîk ku têde her kes lihevhatî dijî û xwedan heman mafan in, ti caran ji bîra min neçûye û naçe. Daxwaz û armanca jiyana min ev e, ger pêwîst bike ez dikarim ji bo vê xeyalê dest ji canê xwe jî berbidim” bi bîr xist û got ew li ber têkoşîna serxwebûn û azadiyê ya Mandela serî ditewînin.

Piştî daxuyaniyê komê, gul û qurnefîl danî ber Bîrdariya Mafên Mirovan û bêdengî belav bû.







Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst