Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên beşdarî Operasyona Ewlehiya Domdar bûne li Kampa Holê derbasî 2 beşên din bûn.
Li Kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê dest bi operasyoneke berfireh a bi navê “Ewlehiya Domdar” hatiye kirin.
Operasyona Ewlehiya Domdar ji aliyê HSD, Hêzên Ewlehiya Navxwe û YPJyê ve di roja xwe ya 6an de berdewam dike.
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar derbarê operasyonê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê îro xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa 5an û serjimarî û kontrolkirina nasnameyan li beşa Muhacîratê bi dawî bûn.
Rêveberiya Xweser ragihand ku hêzên operasyonê vê sibehê dest bi lêgerîn û paqijkirina beşên 2 û 4emîn ên Kampa Holê kiriye.
"11 çete hatin girtin"
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Operasyon bi tevkariya niştecihan û saziyan sivîl bi awayekî ewle hat kirin.
Armanc parastina ewlehiyê û rêgirtina li ber metirsiyên şaneyên çeteyên DAIŞê ye.
Di roja 5an de hêzên operasyonê bi ser kozikên çeteyan de girt û 11 çete hatin girtin.
Derbarê bûyera kuştina jinekê jî lêkolîn û lêpirsîneke berfireh hat kirin
Lêpirsîn bi 8 jinên DAIŞî re hat kirin. Di encamê de derket holê jinên ˈSaziya Husbeˈ ya girêdayî çeteyên DAIŞê yên li beşa Muhacîratê şkence li jinê kiriye, piştre ew kuştiye.”
Her wiha hat ragihandin ku hêzên operasyonê sibeha îro operasyonên lêgerînê û biserdegirtinê li beşên 2 û 4emîn dane destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse